NÛÇEYÊN KURDÎ

LÎDERÊ CHPÊ KILIÇDAROGLÛ DOZ LI WEZÎR SOYLÛ VEKIR

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû der barê Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu de ku gotibû 'bêşeref' doz vekir.

LÎDERÊ CHPÊ KILIÇDAROGLÛ DOZ LI WEZÎR SOYLÛ VEKIR

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû der barê Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu de ku gotibû 'bêşeref' doz vekir. Wezîrê Navxweyî Soylu, hefteya borî di dema hevdîtinên budçeyê yên li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Wezaretê de, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu hedef girtibû û gotibû, "Ew kesên pereyan bi rêya gendelîyê bidest dixe û bazgirganîya narkotîk û tîryakê dikin bê şerefin û xwedîyê vê îdîayê Kiliçdaroglûyê ku vê vê yekê îspat neke jî bê şeref e. Ew qas hêsan e.”Parêzerê Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu Celal Çelîk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji ber gotinên Soylû wan doza tazmînatê ya bi 200 hezar lîreyî vekirine. Çelîk wiha got, “Ji ber di civînên Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê de Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu bi gotina “bêrûmetî” ya di derbarê Soylu de bi 200 hezarî doz vekir. Li gorî talîmata Serokê me Kemal Kiliçdaroglû, em ê hesabê vê bêexlaqîyê bipirsin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.