GÜNDEM

LÎJNEYA DEMKÎ YA CHP’Ê YA AMEDÊ NEKET AVAHÎYÊ

Heyeta ku ji bo Serokatîya CHP’ê ya Bajarê Amedê hatibûn wezîfedarkirin, nehiştin ku derbasê avahîya CHP’ê bibin ku dest bi kar bikin.

LÎJNEYA DEMKÎ YA CHP’Ê YA AMEDÊ NEKET AVAHÎYÊ

Heyeta ku ji bo Serokatîya CHP’ê ya Bajarê Amedê hatibûn wezîfedarkirin, nehiştin ku derbasê avahîya CHP’ê bibin ku dest bi kar bikin.

9’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Anqereyê biryar da ku "lijneya demkî” dawî li rêveberîya Seroka Giştî ya CHP’ê Gonûl Ozel bîne û Serokatîya CHP’ê ya Amed bicivîne kongreye. 'Lîjneya Demkî' ya ji alîyê dadgehê ve hat dîyarkirin îro ji bo wezîfeyê bigire çû Serokatîya CHP'ê ya Amedê. Rêveberîya niha ya CHP'ê ku destûr neda qeyûm û heyeta pê re bikevin avahîyê, dîyar kir ku dadgeha îstînafê ji wan re biryara derketina wan ê ji avahîyê neşandîye. Li ser bertekên Serokatîya CHP'ê ya niha ku digotin, "Bê biryara îstînafê em ê pêvajoya veguheztinê pêk neynin", piştê vî qeyûm û heyeta pê re ji avahîyê derketin. Li ser navê Komîsyona Hiqûqê ya Serokatîya CHP'ê ya Amedê Parêzer Abdullah Şuayip Alyamaç daxuyanî da û dîyar kir ku ji alîyê hiqûqê ve ne pêkan e ku Lîjneya Demkî bi vî rengî wezîfeyê bigire ser xwe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.