NÛÇEYÊN KURDÎ

LÊKOLÎNA METROPOL’Ê: DENGÊ DEMÎRTAŞ SEDÎ 7 ZÊDE BÛ

Damezrînerê Lêkolînê yê Metropolê Ozer Sencar, li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî, encamên anketên ku ji bo hilbijartina Serokomarîyê li dar xistine eşkere kir.

LÊKOLÎNA METROPOL’Ê: DENGÊ DEMÎRTAŞ SEDÎ 7 ZÊDE BÛ

Damezrînerê Lêkolînê yê Metropolê Ozer Sencar, li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî, encamên anketên ku ji bo hilbijartina Serokomarîyê li dar xistine eşkere kir. Di anketê de "Heger Erdogan, Kiliçdaroglu û Demîrtaş beşdarê tûra yekem a hilbijartinên Serokomarîyê bibin hûnê dengê xwe bidin kê?" hate pirs kirin. Li gor encamên anketa ku hat eşkerekirin, Serokomar Erdogan ji sedî 40,1 dengan di rêza yekem de cih girt. Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 30,2 û Selahattîn Demîrtaş jî ji sedî 15,2 deng standin. Demîrtaş ku di hilbijartinên sala 2018’an de ji sedî 8’ê dengan girtibû, di girtîgehê de dengê xwe ji sedî 7 zêde kir. Ji alîyê din ve, yek ji encamên herî balkêş ên daneyên anketê ew bû ku ji sedî 8,4’ê dengdêrên MHP’ê piştgirî dan Demîrtaş. Ji sedî 10,5 jî bersiva “protêstoyê dengan” dane. Ji sedî 3,3’ê din jî bersiva “Ez bêbiryar im” dan. Welatîyên ku raya xwe negotin, ji sedî 0,7 pêk tê. Ji sedî 80’ê hilbijêrên CHP’ê dîyarkirin ku ew dixwazin serokê xwe veguherînin kursîya Serokomarîyê. Ji sedî 9’ê alîgirên CHP’ê piştgirî dan Demîrtaş. Rêjeya hilbijêrên CHP'ê yên ku gotin ew ê dengê xwe bidin Erdogan 4,6 ma. Li alîyê din kesên ku dengên xwe dane MHP’ê, dîyarkirin ku dixwazin Erdogan bi rêjeya ji sedî 84’an careke din weke Serokomar bibînin. Endamên ÎYΠPartîyê di hilbijartinên serokomarîyê de ji %60,3 dengên xwe dan Kiliçdaroglu. Ji sedî 11,8 ê dengên xwe dane ÎYÎ Partîyê, dîyarkirin ku ew ê piştgirîyê bidin Erdogan û ji sedî 9,5 jî wê piştgirîyê bidin Demîrtaş.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.