NÛÇEYÊN KURDÎ

LÎSTEYA DEMKÎ YA NAMZEDÊN SEROKKOMARÎYÊ HAT WEŞANDIN

Piştê ku pêvajoya berhevkirina îmzeyan a namzedên ku ji teref hilbijêran ve di hilbijartina serokomarîyê de destnîşan kiribûn, bi dawî bû.

LÎSTEYA DEMKÎ YA NAMZEDÊN SEROKKOMARÎYÊ HAT WEŞANDIN

Piştê ku pêvajoya berhevkirina îmzeyan a namzedên ku ji teref hilbijêran ve di hilbijartina serokomarîyê de destnîşan kiribûn, bi dawî bû.

Biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya derbarê namzetan de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li hemberê lîsteya namzetên Demkî ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglû, Muharrem Înce û Sînan Ogan ku 100 hezar îmze kom kirine heta 29'ê Adarê saet 17:00'an îtiraz dikarin bên kirin. YSK piştê nirxandin û biryara îtîrazê wê 31ê Adarê roja Înê lîsteya dawî ya namzetên serokomarîyê di Rojnameya Fermî de biweşîne. Ger lîste bi vê rengê bi dawî bibe wê di hilbijartina serokomarîyê de 4 namzet bikevin nava hevrikîyê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.