NÛÇEYÊN KURDÎ

LÎSTIKVANÊN TENÎSÊ YÊN AMEDÊ LI EWROPAYÊ TIRKÎYEYÊ TEMSÎL BIKIN

Lîstikvanên tenîsê yên Amedê, di Şampîyonaya Tîmên Mezin a Tirkîyeyê ya 17’emîn de bûn duyemîn.

LÎSTIKVANÊN TENÎSÊ YÊN AMEDÊ LI EWROPAYÊ TIRKÎYEYÊ TEMSÎL BIKIN

Lîstikvanên tenîsê yên Amedê, di Şampîyonaya Tîmên Mezin a Tirkîyeyê ya 17’emîn de bûn duyemîn.

Tîma Klûba Tenîsê ya Amedê, di Şampîyonaya Ewropayê ya ku 380 tîm beşdar bûn de, li Tirkîyeyê bû duyemîn. Di şampîyonaya ku 180 werzîşvan di kategorîya 30-35 salî de beşdar bûn de, lîstikvanên tenîsê yên Amedê wê li Ewropayê wek duyemîn Tirkîyeyê temsîl bikin.

Serokê Klûba Tenîsê ya Amedê Yemlîha Aşici, anî ziman ku ev serkeftina Klûba Tenîsê ya Amedê ya ku di sala 2016an da hat avakirin û 100 lîstikvanên wê hene, ev yek ji bo wan serbilindîyeke mezin e. Aşici wiha berdewam kir; “Em dixwazin welatê xwe û herêma xwe bi awayekî herî baş li Ewropayê temsîl bikin û şampîyonayê bijîn. Em di wê bawerîyê de ne ku wê lîstikvanên tenîsê yên pir baş ji herêma me derkevin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.