NÛÇEYÊN KURDÎ

LAMBEYÊN TRAFÎKÊ YÊN JI BER HILWEŞÎNA AVAHÎYAN XISAR DÎTIN, TÊN NÛKIRIN

Lambeyên trafîkê yên ji ber hilweşandina avahîyên li navçeya Baglarê zirar dîtine tên nûkirin.

LAMBEYÊN TRAFÎKÊ YÊN JI BER HILWEŞÎNA AVAHÎYAN XISAR DÎTIN, TÊN NÛKIRIN

 Li navçeya Baglarê ya ku li Amedê di erdhêjê de herî zêde avahî xisar dîtine ji ber xebatên hilweşandinê, li gelek deveran lambeyên trafîkê jî xera bûn û ji ber vê yekê qezayên trafîkê zêde bûn.

 

Welatîyên li derdora dibistana polêsan a kevin a li Taxa Mewlana Halit dijîn, ji ber ku lambeyên trafîkê yên li xaçerê naxebitin û qeza zêde dibin gilî kirin. Piştê giliyên ku zêde bûn, Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê dest bi xebatên nûkirina lambeyên trafîkê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.