NÛÇEYÊN KURDÎ

LI 3 GUNDÊN KU GIRÊDAYÎ AMEDÊ NE EV 3 MEH IN AV NAYÊ DAYÎN

Hat diyarkirin ku 3 gundên girêdayî Amedê ne ev sê meh in av nayê dayîn.

LI 3 GUNDÊN KU GIRÊDAYÎ AMEDÊ NE EV 3 MEH IN AV NAYÊ DAYÎN

Hat diyarkirin ku 3 gundên girêdayî Amedê ne ev sê meh in av nayê dayîn.

Li gundên Şînayî, Zozinca Jorîn û Zeynikan ku girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê ye 3 meh in av nayê dayîn. Gundiyên ku digel gelek caran serî li Miduriyeta Giştî ya Îdareya Kanalîzasyon û Avê (DISKI) dane pirsgirêka wan çareser nebûye. Şêniyên van gundan diyar kirin ku ji ber pirsgirêka avê em mecbûr mane bi buhayên giran bîrên avê çêkin. Her wiha şênî xwestin Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziya Tosun derbarê pirsgirêka avê de pêşniyazname bide Meclîsa Miletê Mezin a Turkiyê. Digel vê yekê gundî ji bo daxwaza çareseriya avê bang li Wezîrê Daristan û Çandiniyê Vahît Kîrîşçî kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.