NÛÇEYÊN KURDÎ

LI 32 BAJARAN SAETÊN DENGDANÊ HATE GUHERTIN

Amed jî di nav de li 32 bajaran saetên dengdanê ya hilbijartina herêmî hat guhertin.

LI 32 BAJARAN SAETÊN DENGDANÊ HATE GUHERTIN

 

Li gorê biryara Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adara 2024an bên kirin de ji ber ku hilhatin û avabûna roj zû pêk tê li 32 bajaran saetên dengdanê ji saet 07:00 heta 16:00’an hat dîyarkirin û li bajarên din jî wek saet 08:00-17:00 hate ragihandin.

Li gorê biryara hatîye belavkirin; Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Elezîz, Erzingan, Erzerom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dersîm, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê saetên destpêk û bidawîbûna dengdanê wek saet 07:00 - 16:00 hat dîyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.