NÛÇEYÊN KURDÎ

LI 4 BAJARÊN HERÊMA ERDHÊJÊ BIRYARA PERWERDEYA BI MERHALE

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, li Hatayê li Navenda Kordînasyona AFADê daxuyanî da.

LI 4 BAJARÊN HERÊMA ERDHÊJÊ BIRYARA PERWERDEYA BI MERHALE

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, li Hatayê li Navenda Kordînasyona AFADê daxuyanî da.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer daxuyand ku li 4 bajarên ku ji ber erdhêjê bandor bûne, wê gav bi gav perwerdehî bê destpêkirin. Ozer li Navenda Kordînasyona AFADê ya Hatayê daxuyanî da û bi bîr xist ku ji ber erdhêjê li 81 bajaran perwerdehî hat rawestandin û dîyar kir ku di 20ê Sibatê de li 71 bajaran ku Elezîz jî di nav de ye perwerdehî hat destpêkirin. Wezîr Ozer, dîyar kir ku piştê bi şêwirên berfireh ên bi hemû yekîneyên eleqedar ên li Semsûr, Hatay, Meletî û Mereşê yên ku herî zêde ji erdhejê bandor bûne re biryar dane ku gav bi gav, dest bi perwerdeyê bikin. Wezîr Ozer, wiha got, “Weke ku li 6 bajarên me yên din, em ê li navçeyên xwe yên navend jî li gor saxlembûna dibistanan bi merhale bidin dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de ji 27'ê Adarê pê ve, em ê li Meletîyê li 8 navçeyan, Semsûrê li 5 navçeyan û li Mereşê jî tenê li 2 navçeyan gav bi gav em ê dest bi perwerdeyê dikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.