NÛÇEYÊN KURDÎ

LI 48 BAJARAN LI DIJÎ BÊEDEBÎYA ZAROKAN OPERASYON HAT KIRIN

Di operasyonên hemwext ên ku Amed jî di nav de li 48 bajarên ku li dijî bêedbîya zarokan ên li ser înternetê hatin lidarxistin de 50 gumanbar hatin girtin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya derbarê operasyonê da agahî parve kir û wiha got: "Li ser sûcên ku li ser înternetê bêedebî û tacîzkirina zarokan e lêpirsîn hat destpêkirin.

Li 48 bajaran ji bo pêşîgirtina li tawanên qaçaxçîtî, zêdekirin, firotin, hilanîn, temînkirin û bikaranîna berhemên nebaş ên li dijî zarokan operasyonên hemwext hatin organîzekirin.

Hat dîyarkirin ku gumanbaran bi rêya sepana Telegramê komek ava kirine û di berdêla pereyan da wêneyên zarokan ên nebaş ji bo firotinê pêşkeşê wan kirine û bi rêyên curbecur pere digirin. Di çarçoveya operasyonê de 50 gumanbar hatin girtin. Gelek Çek û berhemên dîjîtal hatin desteserkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.