NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMÊD Û HERÊMÊ DI 2 MEHAN DE 20 KES XENIQÎYE

Li Amed û Rihayê di nava 2 rojan de 4 kes di avê de xeniqîn. Welatîyê bi navê Ahmet Elderviş ê Sûrîyeyî ku li navçeya Sûrê ya Amedê şivantîyê dikir, ji bo ku xwe hênik bike ket Gola Bendava Kuruçay lê di golê de xeniqî û jîyana xwe ji dest da.

Li Rihayê cesedên 2 ciwanên ku li navçeya Halîlîyeyê ketibûn kanala avdanê û ku ev du rojan di kanalê de li wan digerin, hate dîtin. Li navçeya Xelfetîyê jî hat dîyarkirin ku kesekê dema li seyranê bû hevsengîya xwe winda kir û ket gola bendavê û xeniqî. AFAD a şaxa Amedê dîyar kir ku di 2 mehên dawî de li Amed, Sêrt, Şirnex, Çewlîg, Êlih, Riha û di navçeyên wan de herî kêm 20 kes xeniqîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.