NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMATAMÊ 1.8 MÎLYON KES JI BER TÎRYAKÊ HATINE DERMAN KIRIN

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ji bo pirsa Alîkarê CHPê yê Enqereyê Murat Emîr ya derbarê Navenda Lêkolîn, Dermankirin û Perwerdehîyê ya Alkol û madeyên alkolê de (AMATEM) bersiva nivîskî da.

 Emîr ê CHP'yî dîyar kir ku rapora fealîyetê ya Lijneya Bilind a Têkoşîna narkotîkê ya ku di bin banê Wezareta Tenduristîyê de hatîye avakirin hêj nehatîye eşkerekirin. Em nizanin em di çi rewşê de ne, em dipirsin lê belê em tu bersivê nagirin. Em nizanin ciwanên vê welatê heta çi radeyê di nava tiryakê de ne." Emîr ji Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca pirsî, "Ji ber pirsgirêkên tiryakê di salekê de çend kes serî li nexweşxaneyên me didin?" Wezîr Koca bi nivîskî bersiva pirsa Emîrê CHPê û ragihand ku di navbera salên 2014 û 2021ê da milyonek û 834 hezar û 489 kes bi tevahî 110 hezar û 113 wek razayî û milyonek û 724 hezar û 376 kes jî li ser pîyan hatine tedawî kirin. Emîr destnîşan kir ku daneyên ku derketine metirsîdar in û wiha got, "Bêbandorîya hikûmetê ya di têkoşîna li dijî tiryakê de jî di daneyan de xuya dike. Her sal bi sedhezaran kes ji ber tiryakê hewcedarê dermankirin û tedawîyê ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.