NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 1'Ê GULANÊ: EM CÎHANEK BÊ ŞER Û BÊ KEDXWARÎ DIXWAZIN

Bi hezaran karker û gelek sazîyên sivîl, beşdarî pîrozbahîya 1'ê Gulanê ya li Amedê bûn.

LI AMEDÊ 1'Ê GULANÊ: EM CÎHANEK BÊ ŞER Û BÊ KEDXWARÎ DIXWAZIN

Bi hezaran karker û gelek sazîyên sivîl, beşdarî pîrozbahîya 1'ê Gulanê ya li Amedê bûn. Serokê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê Kamuran Taş, di mîtîngê de axivî û dîyarkir ku ew ji bo kedkar û xizanan welatekî bi awayekî mirovane dixwazin. Taş wiha got; “Em welatekî ku em di dema xebatê de nemirin û tê de bi mirovane bijîn dixwazin, ne welatekî ku tê de mûçeyên karkeran têr nake, koletîya taşeron û bêewlehîyê hebe.” Endama Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK) Gonûl Kural ku beşdarî mîtîngê bû wiha got; “Ji ber pirsgirêkên civakî, bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd, dixwazin desthilatdarîya xwe mayînde bikin. Newekhevîya zayendî her ku diçe kûr dibe. Em li dijî polîtîkayên li dijî kedê ne. Em welatekî ku wekhevîya ked, azadî û demokrasîyê lê serdest be dixwazin. Em welatekî ku şer lê nebe, pirsgirêka Kurd lê bê çareserkirin, êşkence li zindanan nebe, dixwazin. Em welatekî ku tundîya li ser jinê bi dawî bibe dixwazin. Bi hev re em ê van bi dest bixin." Mîtînga 1'ê Gulanê piştî konsera muzîkê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.