NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ "15'EMÎN MÎHRÎCANA ŞANOYÊN LÎSEYÊ" WÊ 14'Ê GULANÊ DE DESTPÊ BIKE

"15'emîn Mîhrîcana Şanoyên Lîseyê" ya ku ji alîyê Şanoya Bajêr a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, wê di 14'ê Gulanê de dest pê bike.

LI AMEDÊ

"15'emîn Mîhrîcana Şanoyên Lîseyê" ya ku ji alîyê Şanoya Bajêr a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, wê di 14'ê Gulanê de dest pê bike. Şanoya Bajêr ji bo namzetên ciwan ên şanoyê li Amedê eşkere bike û temaşevanên şanoyê yên şareza biafirîne, xebatên xwe didomîne. Mîhrîcana Şanoya Lîseyê ku îsal cara 15'emîn tê lidarxistin, wê di navbera 14-21'ê Gulanê de, li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bê lidarxistin. 7 lîse wê beşdarê şahîyê bibin û temaşevan bêpere ji lîstikan sûd werbigirin. Mîhrîcana Şanoyê wê bi merasîma xelatdayînê ya di 21'ê Gulanê de bê lidarxistin bi dawî bibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.