NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 185 BIJÎJKÊN NÛ WÊ WERIN TAYÎNKIRIN

Hat ragihandin ku li navend û navçeyên Amedê 185 bijîşk dê werin tayînkirin.

LI AMEDÊ 185 BIJÎJKÊN NÛ WÊ WERIN TAYÎNKIRIN

Hat ragihandin ku li navend û navçeyên Amedê 185 bijîjk wê werin tayînkirin.

Wezîrîya Tendirustîyê dîyar kiribû ku ji bo Qûraya Berpirsîyarîya Xizmeta Dewletê wê serlêdan werin kirin. Di vê çarçoveyê de hejmara bijîjkên ku werin tayînkirin dîyar bû. Hat destnîşan kirin ku 26 ji wan bijîjkên pispor, 159 jî pratisyen totale de 185 bijîjk wê werin tayînkirin. Hat dîyar kirin ku li Amedê ji bo Pisporên Nexweşîyên Jinan, Dermatolog, Nexweşîyên Çavan, Genetîka Zarokan û Lênerîna Siftî yên Zarokan qedro hatîye veqetandin.

Her wiha dîyar kir ku wê ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapi û hin navçeyên Amedê wek Licê, Pîran, Pasûr û Bismilê pisporên nexweşîyên jinan, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê pisporên dermatolog û nexweşîyên çavan werin tayînkirin. Ji bo nexweşxaneyên li navenda bajêr jî Pisporên Genetîkê yên Zarokan û her wiha Pisporên Lênerîna Siftî yên Zarokan hate zêdekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.