NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 300 CUREYÊN ÇÛÇIKAN JI BER HIŞKESALÎYÊ DI XETEREYÊ DE YE

Hat dîyarkirin ku li Amedê ji ber kêmbûna deverên avî û ji ber germahîya global zêdeyî 300 cureyên çûkan di bin xetereya cidî de ne û banga qedexekirina nêçîrê hat kirin.

Serokê Beşa Bîyolojîyê ya Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç, ragihand ku di nifûsa zindî de kêmbûneke cidî heye û ji bo pêşî li van kêmbûnê bê girtin divê nêçîr bê qedexekirin.

Prof. Dr. Kiliç got, “Bi taybetî divê em avê qirêj nekin. Divê em ji cihên ku di xwezayê de heywanan aciz dikin dûr bisekinin. Ev pêvajoya ku em dijîn ne tenê li Amedê, li tevahîya Tirkîyeyê bûyerek e.

Di berdewamîya daxuyanîya xwe de jî Kiliç wiha dîyar kir, "Heta ku krîza avhewayê ya global dewam bike wê ev ajal kêm bibin. Texmînkirina hejmara van ajalan çiqas kêm bibe, bi giranîya hişkesalîyê û nêzîkatîya mirovan a li hemberê vê yekê ve girêdayî ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.