NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ 40 HEZAR Û 750 DENG BETAL HATINE HESIBANDIN

Hat dîyarkirin ku li Amedê ji 40 hezarî zêdetir deng betal hatîye hesibandin.

LI AMEDÊ 40 HEZAR Û 750 DENG BETAL HATINE HESIBANDIN

Hat dîyarkirin ku li Amedê ji 40 hezarî zêdetir deng betal hatîye hesibandin.

Li gor daneyên ne fermî, di hilbijartinên Serokkomarîyê û yên Heyama 28emîn ên Parlamentoyê de 53 milyon û 950 hezar û 797 kesan dengê xwe dane.

Ji dengan 52 milyon û 937 hezar û 996 deng derbasdar û mîlyonek û 20 hezar û 244 deng jî betal hatin dîtin. Li bajarên kurdan 319 hezar û 421 deng wek betal hatine hesibandin.

Di nav bajaran de Amed û Riha bajarên ku herî zêde dengên betal lê hatine hejmartin hat dîyarkirin.

Li Amedê 965 hezar û 753 deng hatin dayîn, 925 hezar û 3 deng hatine hesibandin, 40 hezar û 750 deng jî betal hatine hesibandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.