GÜNDEM

LI AMEDÊ AJOKAREK TEXSÎYÊ RASTÊ ÊRÎŞA BI KÊR HAT

Li Amedê ajokarê texsîyê di encama êrîşa bi kêrê ya du hempîşeyîyê xwe de birîndar bû. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin,

LI AMEDÊ AJOKAREK TEXSÎYÊ RASTÊ ÊRÎŞA BI KÊR HAT

Li Amedê ajokarê texsîyê di encama êrîşa bi kêrê ya du hempîşeyîyê xwe de birîndar bû. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin.

 hat îdîakirin ku li Taxa Bagcilara navçeya Baglarê ji ber mesafeyên di navbera 2 rawestgehên texsîyan de di navbera ajokarên texsîyan de dijminatî derketîye. Ajokarê texsîyê Xalit Boga ku bi texsîyê li ser kare xwe bû, ji alîyê 2 ajokarên ji rawestgeheke din bi texsîyan ve pêşîya wî hat birrîn û rastê êrîşa bi kêrê hat. Xalit Boga ê ku bi kêrê birîndar bû, ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin nexweşxanaya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl. Polêsan ji bo ajokarên texsîyê yên ku ji cîhê bûyerê revîyan bigirin, dest bi xebatê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.