NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ AVAHÎYA 8 QATÎ DI HEYAMA HILWEŞÎNA BI KONTROL DE HEDIMÎ!

Avahîya ku di erdhêja Amedê de gelek zirar dîtibû, di dema hilweşandinê de hedimî.

LI AMEDÊ AVAHÎYA 8 QATÎ DI HEYAMA HILWEŞÎNA BI KONTROL DE HEDIMÎ!

Avahîya ku di erdhêja Amedê de gelek zirar dîtibû, di dema hilweşandinê de hedimî.

Di erdhêja ku di 6'ê Sibatê de li navenda Mereşê pêk hat, avahîyeke 8 qatî ya ku li kolana 551emîn ya taxa Şêx Şamîl a Baglarê, zirareke mezin dît.

Wek tedbîr ji bo hilweşandina avahîya ku piştê erdhêjan hat valakirin, piştê ku avahîyên derdorê hatin valakirin, bi amûrên înşaetê xebat hat destpêkirin.

Di heyama xebatên hilweşandinê de, avahî ji nişka ve bi xwe hilweşîya. Di encama hilweşînê de, herêm di bin tozê de ma. Xebatên rakirina kavilên avahîyê dewam dikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.