NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ AVAHÎYA QISMÎ HILWEŞÎYABÛ BI KONTROL HAT HILWEŞANDIN

Li Amedê Hilweşîna bi kontrol a avahîya ku di erdhejên navenda wê Mereş de zirareke mezin dîtibû û di hefteyên borî de qismî hilweşîyabû, temam bû.

Hat dîyarkirin ku Kooperatîfa Dîyargapê ya li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinarê, ya ku tê de zirareke mezin pêkhatibû, di 5ê Nîsanê de qismî hilweşîyabû. ji ber ku şênîyên avahîyê berî niha eşyayên xwe tehlîye kiribûn, eşyayên niştecîhan winda nebûn. Xebatên rakirina kavilên avahîya ku hatîye hilweşandin berdewam dike.  Dikandarên taxê nerazîbûna xwe ya ji ber hebûna avahîyên xerabûyî yên li derdora dikanên wan anîn ziman û wiha gotin, "Em dixwazin bi lezgîn xebatên hilweşandina avahîyan bên birêvebirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.