NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ BÎLANÇOYA ERDHEJÊ: 401 KESAN JI YANA XWE JI DEST DAN E

Li Amedê ya ku yek ji wan 10 bajarên ku ji ber erdheja navenda wê Mereş bû gelek avahî lê hilweşîyan, xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên di avahîyên hilweşîyayî da berdewam dikin.

Maseya Krîzê ya ku ji alîyê Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê ve hatîye avakirin, daneyên rojane yên bîlançoya erdheja li bajêr parve kir. Li gor daneyên dawî yên hatine parvekirin, ji ber erdhejê hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane derket 401’ kesan. Di serwîsa giran de 13, hejî 32 birîndar li nexweşxaneyê tên tedawî kirin, birîndarên ku ji nexweşxaneyê tedawîya wan bi dawî bûne û derketine jî 870, û bi giştî hejmara birîndaran 902 kes in. Tê texmînkirin ku di bin kavilan de nêzî 6 kesên din jî hene. Maseya Krîzê hişyarî da ku ji avahîyên xerabûyî û xisar dîtine dûr bisekinin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.