NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ BA Û BAHOZÊ BANDOR LI JIYANA ROJANE KIR

Ba û bahoza ku danê sibehê li Amedê dest pê kir, ji bo welatîyan û derdorê bû sedema neyînîyan.

LI AMEDÊ BA Û BAHOZÊ BANDOR LI JIYANA ROJANE KIR

Ba û bahoza ku danê sibehê li Amedê dest pê kir, ji bo welatîyan û derdorê bû sedema neyînîyan.

Ji ber bayê xurt ku ji saetên sibehê ve li navendA yên Amedê dest pê kir, hin welatî di rê de bi zehmetî meşîyan. Li hinek cihan hat dîtin ku banên avahîyan li ber bahozê li ber xwe nedan û hinek eşyayên wan ên li şaneşînê bûn di ber ba û bahozê ketin. Li gor daneyên Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê, leza bayê li bajêr di saetê da 30-50, car caran jî di saetê de wek 60 kîlometre hat pîvandin. Midûrîyeta Meteorolojîyê daxuyanî da û ji welatîyan hat xwestin ku li hember neyînîyên wek ketina dar û stûnan, firina banan, astengîyên çûnûhatinê, sobe û gaza karbonmonoksîtê baldar û miqatebin bin. Hat ragihandin ku tê payîn ku ba û bahoz heta derengîya şevê dewam bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.