NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ BERHEVKARÊ KARTONÊ LI NAV KOLANÊ WESAYÎTA XWE ŞEWITAND

Li Amedê berhevkarê kartonê ku qebûl nedikir ekîbên trafîkê ji bo wesayîta wî ceza bibirrin, li kuçeyê motora xwe şewitand.

LI AMEDÊ BERHEVKARÊ KARTONÊ LI NAV KOLANÊ WESAYÎTA XWE ŞEWITAND

Li Amedê berhevkarê kartonê ku qebûl nedikir ekîbên trafîkê ji bo wesayîta wî ceza bibirrin, li kuçeyê motora xwe şewitand. Bûyer li Taxa Bagcilarê ya navçeya Rezan a navenda Amedê li ser Kolana Orhan Dogan pêk hat. Kesê ku tê îdîakirin ku bi komkirina kartonan hewl daye debara xwe bike, bi wesayîta xwe ya elektrîkê rastî êrîşa polîsên trafîkê hat. Kesê ku ji ber nikarîbû cezayê pereyan li wesayîta wî hatîbû nivîsandin qebûl bike, motora xwe ya wesayîtê şewitand. Li ser îxbarê, ekîbên îtfaîyeyê hatin û mudaxele kirin. Wesayîta ku hat şewitandin, nema dikare bê bikaranîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.