NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ BERNAMEYA YEKEMÎN PINCARÊN XWEZAYÊ HAT LI DARXISTIN

Bi pêşengîya Pispora Gastronomîyê Fîlîz Parlak li Sûra Navçeya dîrokî ya Amedê Bernameya yekemîn ya Pincarê Xwezayê yên Xezîneya Baxçeyên Hewselê hat lidarxistin.

Di çalakîyê de pincarên ku ji Baxçeyên Hewselê yên ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de cih digirin hatin berhevkirin, hem hatin danasîn û hem jî pêşbirka xwarinên ku bi pincarên tên çêkirin hat lidarxistin.

Gelek welatî beşdarê çalakîyê bûn. Xelatên curbecur wê ji kesên bi serkeftî re bên dayîn. Pispora Gastronomîyê Fîlîz Parlak ku di çalakîyê de axaftina vekirinê kir, “Ji pincarên ku ji Baxçeyên Hevselê hatibûn berhevkirin 41 cure xwarin hatin amadekirin û 21 cure xwarin jî pêşkêşê endamên jûrîyê hatin kirin.

Armanca me ew e ku em pincarên ku li Amed û derdora wê tên çandin bidin nasîn û veguhezînin nifşên din û xwarinên ku ji van pincaran tên çêkirin bidomînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.