GÜNDEM

LI AMEDÊ BIHAYÊ HEQÊ RÊYA NAV BAJÊR JI SEDÎ 33 HAT ZÊDEKIRIN

Veguhestina giştî ya bajêr a Amedê ji meha Hezîranê vir ve cara sêyemîn zêde bû

LI AMEDÊ BIHAYÊ HEQÊ RÊYA NAV BAJÊR JI SEDÎ 33 HAT ZÊDEKIRIN

Veguhestina giştî ya bajêr a Amedê ji meha Hezîranê vir ve cara sêyemîn zêde bû. Koperatîfa Otobusên Gel a Amedê û Odeya Şofêran, bi hinceta zêdebûna mazotê, mûçeya herî kêm û zêdebûna bihayê perçeyê siwareyan, ji bo zêdekirina heqê çûnûhatinê serî li Şaredarîya Bajarê Amedê dabûn.

Şaredarîya Amedê, li ser daxwaza Koperatîfa Otogaran a Giştî ya ji sedî 50 zêde bûnê, biryar da ku ji sedî 33 zêde bike. Piştê zêdebûnê heqê rê ya xwendekaran ji bo mînîbusan ku berê 6 lîre bû, bûye 8 lîre û bihaya tam a ku 10 lîre bû, derket 14 lire. Ji bo otobûsên şaredarîyê jî heqê rê ya xwendekaran 6 lîre û ya tam jî 10 lîre ye. Tarîfa zêdekirî wê ji roja Înê 29ê Îlonê ve were sepandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.