NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ BIHAYÊ NAN ZÊDE BÛ!

Serokê Yekîtiya Odeyên Dikandarên Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu daxuyand ku di sala nû de bi zêdebûna heqdestê kêmtirîn û bihabûna ard re bihayê nan hat zêdekirin.

LI AMEDÊ BIHAYÊ NAN ZÊDE BÛ!

 

Serokê Yekîtiya Odeyên Dikandarên Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu daxuyand ku di sala nû de bi zêdebûna heqdestê kêmtirîn û bihabûna ard re bihayê nan hat zêdekirin.

 

Ebedînoglu, da zanîn ku esnafê nanpêj ji sedî 50 daxwaza zêdekirina heqê nan kirine, lê ji ber tengasiyên aborî qebûl nekirine û wiha got: "Rewşa aborîya gel li ber çav e. Ji ber wê me daxwaza nanpêjan hinek guherand û zêdekirinê ji sedî 25 pesent kir.

 

Li gorê vê zêdekirinê, bihayê 200 gram nan ji 6 TL’yan bû 7,5 TL.  Bihaya 400 gram nanê pîde jî ji 12 TL’yî bû 15 TL.” Ev zêdekirina bihayê nan wê roja sêşemê têkeve merîyetê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.