NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ CIVÎNA KOORDÎNASYONA SÛCÊN SÎBER HAT LIDARXISTIN

Bi piştgiriya aborî ya Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê, di bin koordînasyona Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê de li Amedê "Civîna Koordînasyona Sûcên Sîber" hat lidarxistin.

LI AMEDÊ CIVÎNA KOORDÎNASYONA SÛCÊN SÎBER HAT LIDARXISTIN

Bi piştgiriya aborî ya Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê, di bin koordînasyona Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê de li Amedê "Civîna Koordînasyona Sûcên Sîber" hat lidarxistin. Alîkarê Midûrê Giştî yê Karên Cezayê yê Wezareta Dadê Şenol Taşê ku di civîna ku li otêlekê dest pê kir û wê 2 rojan dewam bike de axivî. Taş diyar kir ku divê di zûtirîn demê de hebûna sûc were tespîtkirin û ceza bê dayîn. Ji bo aramiya di nav civakê de û dabînkirina mexdûriyetê ev xebat pêwîst e. Serdozgerê Komarê yê Amedê Mustafa Çelenk jî wiha got: "Ev qadeke ku divê timî were nûjenkirin û geşkirin e. Hêvîdarim ku ji hevdîtinan sûd bên wegirtin." Dadger û dozgerên Elezîz, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Çewlik û Şirnexê jî beşdarê civînê bûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.