NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ CIWANEK BI DERBA MIRINÊ LI DÊYA XWE XIST

Li Amedê ciwanek tifing bera dayîka xwe da.

LI AMEDÊ CIWANEK BI DERBA MIRINÊ LI DÊYA XWE XIST

Li Amedê ciwanek tifing bera dayîka xwe da.

Bûyer li taxa Şêx Şamîlê ya Amedê pêk hat.Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin Hedîye T. ku pêwendîya wê ya zewacê bi hevjînê wê re hatîye asta berdanê, çû Amedê mala dayîka xwe. Li gor îdîayê hevjînê wê Î.T. ji bo ku lawê wî, dayîka xwe bikuje tifing da lawê xwe û wî ji Edenê şand Amedê. Lawik Y.T. tifing bera dayîka xwe da û ew bi awayekî giran birîndar bû. Y.T. ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hate girtin. Hat hînbûn ku Hedîye T. ku rewşa wê giran e, dermankirina wê li nexweşxanê didome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.