NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ CIWANEK BI HESINÊ DÎWARÊ AVAHÎYÊ VE DALIQANDÎ HAT DÎTIN

Li Amedê kesekî ciwan, bi hesinê dîwarê avahîyê ve daliqandî û mirî hat dîtin.

LI AMEDÊ CIWANEK BI HESINÊ DÎWARÊ AVAHÎYÊ VE DALIQANDÎ HAT DÎTIN

Li Amedê kesekî ciwan, bi hesinê dîwarê avahîyê ve daliqandî û mirî hat dîtin. Di bûyera ku do li Taxa Kayapinarê pêk hat de ciwanek bi hesinê dîwarê avahîyekê ve daliqandî hat dîtin. Polês û ekîbên tenduristîyê ku çûn cihê bûyerê di lêkolîna ewil da hat tesbîtkirin ku ciwan mirîye.

Cenazeyê ciwanê ku jîyana xwe ji dest da ye ji bo karên otopsîyê birin Morga Tiba Edlî. Li gor nûçeya DHA’yê, di lêkolîna berfireh a ekîbên polîsan de hat dîyarkirin ku ciwanê ku jîyana xwe ji dest daye Mehmet T. ê 24 salî ye.

Ekîbên polîsan bal kişandin ser îhtîmala xwekuştınê, û dîyar kirin ku Mehmet T. berîya bimire ji birayê xwe re peyam şandîye û gotîye, "Li ber xwe bide. We ez hilweşandim, heqê xwe li we helal nakim."

Her wiha piştê otopsîyê cenazeyê Mehmet T. li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Baglarê hat definkirin. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.