AMED

LI AMEDÊ DÊRA PÎROZ CORCIJ JI BO MİHRİCANE AMADEKARIYÊ DIKE

Dêra Saint George ya ku 1600 sal berê li Îçkaleya Diyarbekirê ji aliyê Romayiyan ve hatiye çêkirin, tê xwestin ku bi 'Mihrîcana Rêya Çandî ya Sûrê' ya ku wê di navbera 12-20'ê Cotmehê de bê lidarxistin, bi dawî bibe.

Dêra Saint George ku li bakurê rojhilatê niştecihên dîrokî yên Îçkale ya navçeya Sûrê ye û 1600 sal berê ji aliyê Romayiyan ve wek dêra îdarî hatiye çêkirin, di sala 2020an de hat restorekirin.

 Dêra ku berê wek galeriya hunerê dixebitî, ji aliyê Serokatiya Daîreya Qad û Bajarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve, di Hezîrana 2021an de dîsa dest bi karê restorasyonê kir.

Di 6ê Sibata 2023an de li Kahramanmaraşê erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an pêk hatin de dêr zirareke mezin dît. Ji bo dêr vegere rojên xwe yên berê, di tîrmeha 2023an de ji teref Wezareta Çand û Turîzmê, Midûriyeta Giştî ya Mîrateya Çandî û Muzeyan, Midûriyeta Lêgerîn û Bîrdariya Diyarbekirê ve xebatên restorasyonê hatin destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.