NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DAXUYANÎYA LOZANÊ: HEBÛNA GELÊ KURD Û MAFÊN WAN NAS BIKIN

Partîyên sîyasî û rêxistinên sivîl ên Amedê bi wesîleya 100. salvegera Peymana Lozanê bi daxuyanîyeke çapemenîyê, daxwaz kirin ku hebûna gelê Kurd û mafên wî yên ji netewebûnê bi awayeke fermî bên naskirin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz ku daxuyanîya hevpar a ku gelek partîyên sîyasî û rêxistinên sivîl lê amade bûn xwend, wiha got, "Berîya her tiştî em Peymana Lozanê ya ku gelê me tê de nayên temsîlkirin û îradeya wan tê paşguhkirin û yên ku ev peyman îmze kirine û bi cih anîne, bi tundî şermezar dikin. Me peyman qebûl nekir, em qebûl jî nakin."

Aydenîz bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, Yekîtîya Ewropa, sazîyên din ên navneteweyî û dewleta Komara Tirkîyeyê kir û got, "Li şûna gotinên ku 100 sal in tên dubarekirin, weke 'Me bi hev re Komar ava kir, Kurd û Tirk du hêmanên damezrîner ên Komarê ne, em birayên hezar salî ne', divê hiqûqa xwe pêk bînin.

Bi makezagoneke nû re hebûna gelê Kurd û mafên wan ên netewî, bi awayeke fermî bên naskirin. Mafê gelê kurd e ku li welatê xwe Kurdistanê bi azadî û bi rûmet bijî, ev jî şertê aştî û aramîya herêmê ye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.