NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DERBARÊ BIKARANÎNA TIRYAKÊ DE SEMÎNER HAT DAYÎN

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên ku li Wargeha Keç a Mêvanxaneyê dimînin semînera "Pêşîlêgirtin û Parastin a Li Dijî Tiryakê” li dar xist.

LI AMEDÊ DERBARÊ BIKARANÎNA TIRYAKÊ DE SEMÎNER HAT DAYÎN

 

Navenda Piştgirî û Şêwirmendî ya Tiryakê ya girêdayê Şaredarîya Bajarê Mezin, semînerek da xwendekarên ku li Wargeha Keç a Mêvanxaneyan dixwînin.

 

 

Pispor Psîkolog Serap Çapraz a li Navenda Piştgirî û Şêwirmendî ya Tiryakê dixebite, semînerek da xwendekarên li Wargeha Keç a Mêvanxaneyê dixwînin. Bi kurtefîlm û slaytan tedbîrên parastinê û li hember tiryakê çi divê bê kirin ji xwendekaran re hatin vegotin û pirsên ku xwendekar li ser meraq kirin hatin bersivandin.

 

Navenda Piştgirî û Şêwirmendî ya Tiryakê wê semînerên xwe yên "Pêşîlêgirtin û Parastin a Li Dijî Tiryakê” li lîseyên akademîyê, malên agahdarkirinê, wargeha keçan a mêvanan, pirtûkfiroş û dibistanên MEBê bidomîne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.