GÜNDEM

LI AMEDÊ DESTHEQÊ NANPÊJAN JI SEDÎ 80 ZÊDE BÛ

Karkerên firinên ku li Amedê li dijî mûçeyên kêm û bê sîgorte û bê betlane dixebitin dest ji karê xwe berdabûn wê komeleyê ava bikin.

LI AMEDÊ DESTHEQÊ NANPÊJAN JI SEDÎ 80 ZÊDE BÛ

Karkerên firinên ku li Amedê li dijî mûçeyên kêm û bê sîgorte û bê betlane dixebitin dest ji karê xwe berdabûn wê komeleyê ava bikin.

Di kongreya ku wê di 31'ê Çileya 2023'an de li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç bê lidarxistin, xebatkarên nanpêjîyê wê behsa çalakîya komeleyê, bernameya têkoşînê û nexşerêya rê ya hosteyên firinê bikin.Li ser navê Karkerên Firin û nanpêjên Amedê Nîhat Guneş, dîyar kir ku piştê rawestandina kar a karkerên firneyê li Amedê, destheqê hosteyan zêde bûye û wiha got: “Piştê çalakîya me destheqê me ji sedî 80-90 zêde bû. Xwedîyê firinan ji bo karker tevlê me nebin, ji destheqê ku me dixwest zêdetir kirin. Me destheqê xwe 400-450 dixwest, lê wan 500 û jê zêdetir kirin.” Guneş, di berdewamîya axavtina xwe de jî wiha got, “Ji komeleyê me her tişt amade kirîye. Piştê di kongreyê de hevalên me erê bikin, Komeleya Hostayên Nanpêj yên Amedê (DÎFÛD) wê dest bi kar û xebatan bike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.