NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI 10 MEHAN DE 5 HEZAR 423 QEZAYÊ TRAFÎKÊ PÊK HAT

Li Amedê di 10 mehên ewil ên sala 2023an de zêdeyê 5 hezar qezayên trafîkê qewimîn.

LI AMEDÊ DI 10 MEHAN DE 5 HEZAR 423 QEZAYÊ TRAFÎKÊ PÊK HAT
Li gor agahîyên li ser malpera Serokatîya Trafîkê ya Midûrîyeta Giştî ya Emnîyetê, li Amedê di navbera 1ê Çile û 31ê Cotmeha 2023an da 5 hezar û 423 qezayên trafîkê qewimîn.
 

Hat destnîşankirin ku ji van qezayan 2 hezar û 685 qeza bi mirin û birîndarbûnê pêk hatîye. Her wiha li Amedê di 10 mehên salê de di qezayên ku pêk hatin de 39 kes jîyana xwe ji dest dan.

Di meha cotmehê de jî 305 qeza pêk hatin, 3 kes jîyana xwe ji dest dan û 492 kes jî birîndar bûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.