NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI 5 MEHÊN DAWÎ DE 500 KOÇBERÊN QAÇAX HATIN GIRTIN

Hat ragihandin ku li Amedê di 5 mehên ewil ên sala 2022an de, bi sedan koçberên qaçax hatine girtin.

LI AMEDÊ DI 5 MEHÊN DAWÎ DE 500 KOÇBERÊN QAÇAX HATIN GIRTIN

Hat ragihandin ku li Amedê di 5 mehên ewil ên sala 2022an de, bi sedan koçberên qaçax hatine girtin. Hat dîyarkirin ku di şopandin û kontrolên ku ji alîyê ekîbên Midûrîyeta Polîsan a Parêzgeha Amedê ve, li ser rêya Elezîz, Riha û Farqînê hat kirin de; di 5 mehan de 500 koçberên qaçax û 105 organîzatorên qaçaxçîtîyê hatin girtin. Hat ragihandin ku koçberên qaçax piştê karên wan ên ewlehîyê, hatin dersînorkirin. Hat dîyarkirin ku di derbarê 105 kesên ku organîzatorên qaçaxçîtîyê ne de, xebatên edlî hatin destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.