NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI ERDHÊJÊ DE 7 KARKERÊN TENDURISTÎYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Di roja 8. a erdhejên ku navenda wê Mereş bû, li Amedê xebatên rakirina kavilan dewam dikin.

LI AMEDÊ DI ERDHÊJÊ DE 7 KARKERÊN TENDURISTÎYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Di roja 8. a erdhejên ku navenda wê Mereş bû, li Amedê xebatên rakirina kavilan dewam dikin.

Karan Akcan, Erkan Acar, Hebun Akgul, Abbas Erkul, Fatma Îpek, Şeyhmus Elbat û Vedat Bîrel ên kedkarên tenduristiyê yên li Amedê dixebitîn, di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Rêveberê tenduristiyê yê parêzgehê Dr. Mehmet Hakan Pamukçu di hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: “Êşa me mezin e. Yên ku me di erdhejê de winda kirin, em ê her tim bi rûyên wan ên bi ken û bi dildariya wan a ji bo alîkariyê bi bîr bînin. Ji bo hevkarên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê, ji xizm û kesûkarên wan re, bi taybetî ji malbatên wan û civaka me ya tenduristiyê re sersaxiyê û sebrê dixwazim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.