NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI KOMELEYA TÊKOŞÎNA PENCEŞÊRÊ DE DIZÎ

Li Amedê dizên ku ketin buroya Komeleya Dijî Penceşêrê ya Amedê, 2 komputerên ku qeydên nexweşan hebûn dizîn.

LI AMEDÊ DI KOMELEYA TÊKOŞÎNA PENCEŞÊRÊ DE DIZÎ

Li Amedê dizên ku ketin buroya Komeleya Dijî Penceşêrê ya Amedê, 2 komputerên ku qeydên nexweşan hebûn dizîn. Li buroya komeleyê ya li Kolana Gevran a Navçeya Yenîşehîrê, 2 kompîtur, amûreke projeksîyonê û telefoneke ku agahîyên nexweşên pençeşêrê tê de hebûn, hatin dizîn. Serokê Komeleyê Şukru Abay wiha got: “Em ji dizîya li vê komeleyê ku tenê xema wê xizmeta nexweşên penceşêrê ye, pir xemgîn in. Divîyabû bi dîtina tabeleyê şerm bikirana. Heta qutîya alîkarîyê ya li komeleyê jî şikandin û pereyê birin. Tişta ku em dixwazin ew e ku polîs di zûtirîn demê de sûcdaran bigire.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.