NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI MEHA ÇILEYÊ DE FIROTINA XANÎYAN KÊM BÛ

Hat ragihandin ku li Amedê di meha Çileyê de firotina xanîyan kêm bûye.

LI AMEDÊ DI MEHA ÇILEYÊ DE FIROTINA XANÎYAN KÊM BÛ

 

Li gor daneyên Îstatîstîkên Firotana Xanî ya Çileya 2023an a ku ji alîyê Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) ve hat eşkerekirin, li seranserê Tirkîyeyê firotina xanîyan li gor heman meha sala borî ji sedî 17,8 kêm bû û 80 hezar û 308 xanî hate firotin.

Bi vî rengê, ji Gulana 2021'an û vir ve asta herî kêm di firotana xanîyan de yên mehane hate tomar kirin.

Li gorê daneyên TÛÎK'ê, hate destnîşankirin ku li Amedê firotina xanîyan kêm bûye. Li Amedê di Berfanbara 2023’an de 2 hezar û 469 xanî hatin firotin, di Çileya 2024’an de ev rêje bû hezar û 212.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.