NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI MEHEKÊ DE 100 COTKAR JI LÊÇÛNAN ÎSTIFA KIR

Li Amedê di nava mehekê de 100 cotkar ji ber lêçûnên zêde qeyda xwe ji Odeya Çandinîyê ya Yenîşehîrê rakirin.

LI AMEDÊ DI MEHEKÊ DE 100 COTKAR JI LÊÇÛNAN ÎSTIFA KIR

 

Serokê Odeya Ziraetê ya Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglu daxwaza tedbîrên lezgîn kir.

Di nûçeya Amîda Haberê de Îskenderoglû wiha got: “Zêdebûna lêçûnên li Amedê ku di çandinîyê Tirkîyeyê de xwedî kedeke mezin e, cotkar tengav kir.

Ji 4 hezar û 500 cotkarên ku li odeyê qeydkirî bûn 100 kes di meha dawî de qeyda xwe jêbirin." Îskenderoglu, bal kişand ku lêçûna herî zêde ya ji bo cotkaran gubre ye û dîyar kir ku zêdebûna buhayê mazotê bandorê li her tiştê dike. Îskenderoglû, anî ziman ku di her qadê de teserûf çêdibe, lê di çandinîyê de nikarin teserûfê bikin û axaftina xwe wiha domand:

“Divê tavilê ji bo cotkaran muafîyeta KDV-OTV bê kirin. Pêdivî ye ku hikûmet bi lez û bez bi plansazîyek 5 salan, daxistin û teşwîqan çandinîyê ji nû ve pêşve bixe."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.