NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI NAVBERA DU KESÊN DIJMIN DE PEVÇÛN! KESEK BIRÎNDAR BÛ

Li Amedê, di pevçûna navbera du kesên ku hat îdîakirin dijminê hev in de kesek birîndar bû.

LI AMEDÊ DI NAVBERA DU KESÊN DIJMIN DE PEVÇÛN! KESEK BIRÎNDAR BÛ

Li Amedê, di pevçûna navbera du kesên ku hat îdîakirin dijminê hev in de kesek birîndar bû. Bûyer, duh êvarê li navçeya Yenîşehîrê qewimî. Hat îdîakirin ku di navbera gumanbarê ku bi motorsîkleta xwe çûye xwaringehê û kesê ku hat îdîakirin dijminê wî ye de nîqaş derketîye. Gumanbarê li ser motorsîkletê, piştê nîqaşê bi çeka ku hildabû li cem xwe, kesê din birîndar kir û revîya. Welatîyê birîndar, ji alîyê ekîbên tenduristîyê yên ku hatin cihê bûyerê ve rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku rewşa kese birîndar baş e. Polîsan ji bo girtina êrîşkarê, lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.