GÜNDEM

LI AMEDÊ DI OPERASYONÊN TÎRYAKÊ DE 51 KES HATIN GIRTIN

Di meha Adarê de daneyên operasyonên li ser sûcên tiryakê yên li Amedê hatine birêvebirin hatin eşkerekirin.

LI AMEDÊ DI OPERASYONÊN TÎRYAKÊ DE 51 KES HATIN GIRTIN

Di meha Adarê de daneyên operasyonên li ser sûcên tiryakê yên li Amedê hatine birêvebirin hatin eşkerekirin.

Di daxuyanîya Midûrîyeta Polîsan a Amedê de, wiha hat gotin, “Di encama xebatên ku di meha Adarê de ji alîyê ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Tîryakê hatin kirin de 116 operasyon hatine lidarxistin.

Di operasyonan da 140 gumanbar hatin binçavkirin. Ji gumanbarên ku sewqê dadgehê hatin kirin, 51 kes ji teref meqamên edlî ve hatin girtin û jê 5 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.Di heman operasyonan de; Esrar û eroîn, 4 debançe, 36 fîşekên debançeyê hatin bidestxistin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.