NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI OTOBUSÊN XETÊ DE HEYAMA QERTA KREDÎYÊ DEST PÊ KIR

Di wesayitên veguhestina giştî ya nav bajêr de heyama dayîna bi qerta kredîyê dest pê kir.

LI AMEDÊ DI OTOBUSÊN XETÊ DE HEYAMA QERTA KREDÎYÊ DEST PÊ KIR

Di wesayitên veguhestina giştî ya nav bajêr de heyama dayîna bi qerta kredîyê dest pê kir.

Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li Şaredarîya Bajêr û otobusên xetê yên taybet ên ku li seranserê bajêr xizmetên veguhestina giştî dikin, veberhênan û lêkolînên pêwîst ên ji bo siwarkirina qertên kredîyê temam kirin.

Welatî wê bi qertên xwe yên kredîyê ji wesayitên veguhastina giştî sûd werbigirin. Şaredarîya Bajêr daxuyand ku wê di demek nêz de sepana qerta sanal jî bikeve merîyetê.

Bi saya têlefonên ku bi sepanê piştgirî didin vê teknolojîyê, welatî bêyî ku kartê hilgirin, bi telefonên xwe yên desta jî dikarin seyahetê bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.