NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI WESAYÎTÊN GIŞTÎ DE ZARÛRETA BIKARANÎNA MASKÊ HAT RAKIRIN

Li Amedê zarûreta bikaranîna maskê, di wesayîtên çûnûhatinê de hat rakirin.

LI AMEDÊ DI WESAYÎTÊN GIŞTÎ DE ZARÛRETA BIKARANÎNA MASKÊ HAT RAKIRIN

Li Amedê zarûreta bikaranîna maskê, di wesayîtên çûnûhatinê de hat rakirin.

Civîna Lîjneya Tenduristîya Gel a Parêzgehê, bi serokatîya Walîyê Amedê Alî Îhsan Su, hat lidarxistin û biryarên di derbarê mijarê de ji alîyê Walîtîyê ve hatin eşkerekirin. Li gor biryarên ku hatine girtin; "Covid19’ê ji xetereya tenduristîya giştî dûr ketîye. Hate nirxandin ku li şûna tedbîran ji bo hemwelatîyên me, wê parastina kesane bes be. Di çarçoveya giştînameya Wezareta Karên Navxweyî de, biryar hat dayîn ku di wesayîtên giştî de zarûreta maskeyan bi dawî bibe, lê di sazîyên tenduristîyê de bikaranîna maskeyan berdewam bike. Pêşveçûna nexweşîyê wê ji hêla Walî û Qeymeqamîyên me ve bi baldarî were şopandin û biryarên pêwîst wê tavilê ji hêla Lîjneyên Tenduristîya Gel a Parêzgeh/Navçeyan ve werin girtin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.