NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ FÛARA ÇANDINÎ Û AJALVANÎYÊ YA MEZOPOTAMYAYÊ VEBÛ

Bi pêşengîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO), Fuarên Mezopotamyayê û Koma ALZ'ê "14'emîn Fuara Çandinî û Heywandarîyê ya Mezopotamyayê" li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê bi merasimekê hat vekirin.

Serokê Lijneya Rêveberîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Dihokê, Serokê Borseya Bazirganî ya Amedê (DTB) Engîn Yeşîl, Serokê Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (OSB) Mustafa Fîdan, nûnerên kooperatîfên kredî yên gel, sazî û rêxistinên sivîl tevlê merasima vekirinê bûn. Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, di merasima vekirinê de axivî û da zanîn ku çandinî ji bo van erdan pir girîng e û wiha got: “Çandinî qupika pîşesazîyê ye. Tu welat bêyî çandinîya xwe, bi pêş nakeve. Weke sazîyên sivîl ên bajêr em hewl didin ku ji bo vê bajarê çi ji destê me tê bikin. Armanca me ya sereke îsal û sala bê ew e ku mehê carekê fuarekê li dar bixin. Divê hikûmet bi piştgirîya çandinîyê hilberînê xurt bike. Em weke sazîyên sivîl hewl didin her cure piştgirîyê bidin cotkarên xwe û em ê xebatên xwe bidomînin.” Hat dîyarkirin ku Fuar wê heta 30ê Nîsanê ji zîyaretvanan re vekirî be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.