NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ ‘FÛARA PERWERDEYA PÎŞEYÎ’ HAT LIDARXISTIN

Li Parka Anit a navçeya Yenîşehîrê, ji alîyê Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Parêzgeha Amedê ve "Fûara Perwerdeya Pîşeyî" hat lidarxistin.

LI AMEDÊ ‘FÛARA PERWERDEYA PÎŞEYÎ’ HAT LIDARXISTIN

Li Parka Anit a navçeya Yenîşehîrê, ji alîyê Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Parêzgeha Amedê ve "Fûara Perwerdeya Pîşeyî" hat lidarxistin. Di fûarê de 19 lîseyên pîşeyî, danasîna pîşeyên di warên xwe de kirin. Midûrê Perwerdehîya Neteweyî ya Parêzgehê Murat Kuçukalî, midûrên perwerdeya neteweyî ya navçeyan, midûrên dibistanan, xwendekar û welatî beşdarê fûarê bûn. Di fûarê de xwendekar hilberîn û hunerên xwe nîşan dan. Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Kuçukalî di derbara fûarê de agahî da û wiha got; “Lîseyên pîşeyî, di sektora pîşesazîyê de xebatkarên pispor perwerde dikin. Ji ber vê yekê me biryar da ku em wê bidin nasîn. Hemû berhemên ku di nava salê de li dibistanên me tên çêkirin li vir tên pêşandan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.