NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ FÛARA ZÊR Û FRANCHISE YA MEZEPOTAMYA DEST PÊ KIR

Fûara Zêr, Makîneyên Zêr û Franchîse ya Mezopotamyayê ya Amedê hat vekirin.

LI AMEDÊ FÛARA ZÊR Û FRANCHISE YA MEZEPOTAMYA DEST PÊ KIR

Fûara Zêr, Makîneyên Zêr û Franchîse ya Mezopotamyayê ya Amedê hat vekirin.

Fûara Zêr, Makîneyên Zêr û Franchîse ya Mezopotamyayê ku ji alîyê Start FûarAcilik û Odeya Zêrfiroş û Zêrîngeran a Amedê ve tê organîzekirin dest pê kir.

Walîyê Amedê Alî Îhsan Su di vekirina fûarê de axivî û got, “Li Amedê lidarxistina fûarên bi vî rengê ji alîyê geşepêdana bazirganîyê ve gelekî girîng e.

Ji dîrokê heta niha zêr bûye çavkanîya hêz û qewetê. Hêza mirovan bi gelemperî bi zêr tê dîyar kirin.

Li bajarê me jî lidarxistina fûareke wiha girîng e ji ber ku bajarê me Amed mazûvanîya 33 şaristanîyan kirîye.

Li bajarê me di warê bazirganîyê de trafîkek baş heye. Îro, di xala ku em gihîştine de, bazirganî bi fûaran çêdibe.

Ez spasîya hemû kedkarên ku ev fûara xweş li dar xistine dikim.” Piştê daxuyanî û axaftinan fûar hat vekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.