NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ GULEYÊN ÇEPÛRAST KESEK KUŞT KESEK JÎ BIRÎNDAR KIR

Li Amedê di encama gule berdana çepûrast de ajokarê mînîbusê jîyana xwe ji dest da û peyayek jî birîndar bû.

LI AMEDÊ GULEYÊN ÇEPÛRAST KESEK KUŞT KESEK JÎ BIRÎNDAR KIR

Bûyer duh bi şev li Kolana Yaşar Kemal a Taxa Kooperatîfan a navçeya Yenîşehîrê pêk hat. Hat îdîakirin ku yek ji du gumanbarên ku li kuçeyê dimeşîyan, çeka ku bi pê re bû çepûrast teqand.

Guleyên ji çekê hatin avêtin li pişt stûyê ajokarê mînîbusa rêwîyaan a bajêr Serkan A. (31) û li dest û lingê peyayê Aydin T. ket. Serkan A. li cîhê bûyerê jîyana xwe ji dest da, Aydin T. jî li nexweşxaneyê hat dermankirin.

Polêsan ji bo gumanbarên ku di kameraya ewlehîyê da hat dîtin zeftbike dest bi operasyonê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.