NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ Û HERÊMÊ TÊ PAYÎN KU WÊ HEWAYA GERM ZÊDE BIBE

Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê daxuyand ku li Amedê û bajarên Herêmê germahîya hewayê wê 3-4 pile zêde dibe.

LI AMEDÊ Û HERÊMÊ TÊ PAYÎN KU WÊ HEWAYA GERM ZÊDE BIBE

Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê daxuyand ku li Amedê û bajarên Herêmê germahîya hewayê wê 3-4 pile zêde dibe.

Navenda Texmîn û Hişyarîyê ya Hewayê ya Amedê, ragihandin ku tê payîn di rojên pêş de li Amedê 40-42, li Rihayê jî 40-42, li Mêrdînê 36-39, li Êlihê 40-43, li Sêrt û Şirnexê jî 38-40 pile germahî çêbibe.

Herwiha di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî welatîyên nexweşîyên wan ên kronîk hene, kal û pîr û zarok, divê di demjimerên herî germ ên rojê 11.00-16.00an da baldar bin û dernekevin derve.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.