NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ HEWA EWRAYÎ YE Û BI ŞEV DIBE KU BARAN BIBARE

Tê payîn ku îro danê êvarê li Amedê baran bibare.

LI AMEDÊ HEWA EWRAYÎ YE Û BI ŞEV DIBE KU BARAN BIBARE

 

Midûrîyeta Amedê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê rapora hewayê ya rojane parve kir.

Li gor raporê hat dîyarkirin ku li Amed û bajarên herêmê hewa wê ewrayî be û bi şev jî dibe ku li Amedê baran bibare.

Tê texmînkirin ku bi şev û danê sibê car caran mij çêbe. Di germahîya hewayê de guherîneke girîng nayê hêvîkirin.

Her wiha tê texmînkirin ku ba ji alîyên cuda ve sivik, dem bi dem bi hêza navîn çêbibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.