NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ HEWA WÊ EWRAYÎ Û BI MIJ BE Û BARANA GUR BIBARE

Tê pêşbînîkirin ku li navenda bajarê Amedê bi şev û danê sibê mij û dûman hebe, li gelek navçeyan jî baraneke gur bibare.

LI AMEDÊ HEWA WÊ EWRAYÎ Û BI MIJ BE Û BARANA GUR BIBARE

Li gor rapora hewayê ya rojane ya Midûrîyeta Amedê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê; tê texmînkirin ku li Amedê û li giştîyê herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be.

Tê pêşbînîkirin ku li herêmê bi şev û danê sibê car caran mij û dûman çêbe. Her wiha tê texmînkirin ku ji îşev û pê ve li Amed û bajarên herêmê baraneke gur a herêmî bibare.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.